Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê komkujiya Şihêl şermezar kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê komkujiya li herêma Şihêl ku di encamê de 15 sivîl hatin qetilkirin, şermezar kir.

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê komkujiya Şihêl şermezar kir
22 sibat, 2019   19:02

DÊRAZOR

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê daxuyaniyek da û komkujiya ku duh li dijî erebeya veguhestina karmendên zeviyên petrolê yê El-Umer pêk hatî û di encamê de 15 sivîl hatin qetilkirin şermzar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê em vê kiryarê terorîst ê newêrek li dijî sivîlên herêma Şihêl şermezar dikin, ev komkujî piştî serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî terora DAIŞ‘ê pêk hatî.

Şerê me li dijî DAIŞ û hêzên tarî ku li bargeha dawî nefesa dawî destînin berdewam e, em teqez dikin ku em ê li rex gelê xwe bisekinin û aramî li herêmê pêk bînin. Em soz didin şehîdan ku em ê xeta wan a rizgarkirin û avakirinê dewam bikin.

Em dizanîn ku şerê li dijî şaneyên veşartî wê giran û dirêj be. Tê xwestin ku em baldar bin û li hemberî şaneyên veşartî bibin yek da ku welatê xwe bi temamî ji terorê xilas bikin."

ANHA