Artêşa Îsraîlê zarokek qetil kir û bi dehan birîndar kir

Hêzên Îsraîlê mûdaxeleya çalakiyên îna 48‘an a Meşa Mezin a Vegerê ya li ser Xezayê kir, di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê zarokek qetil kir û bi dehan birîndar kir
22 sibat, 2019   20:24

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku zarokê 14 salî Yûsif El-Dayê ji ber guleya artêşa Îsraîlê di sînga xwe de jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku bi dehan Filistînî birîndar bûn.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku çalakiyên îro ji îna derbasbûyî bi hêstir bûn, li beramberî wê artêşa Îsraîlê bi guleyan û bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kirin, di encamê de bi dehan kes birîndar bûn û hinek di bin bandore gazê de man.

Tevgera Cîhadî ya Îslamî îro êvarî gef li hikûmeta Îsraîlê xwarin, "Em ê li hemberî sûcên artêşa Îsraîlê li dijî xwepêşandarên aştiyane bêdeng nemînin." Berdevkê tevgerê Dawud Şihab got: "Li hemberî xemsariya raya giştî ya cîhanê, ne ji mafê tu kesî ye pirsa biryara ku dê tevgerên filistînî yên çekdar bigre, bike".

Filistînî ji 30‘yê Adara 2018‘an ve li ser sînor çalakiyan li dar dixin û banga vegera kesên ku ji sala 1948‘an hatin derxistin û şikandina dorpêça li ser Xezayê ya ji 13 salan ve dikin.

ANHA