Greva birçîbûnê ya Dêrikê: Çalakiyên me berdewam in heta tecrîd bi dawî bibe

Greva birçîbûnê ya sê rojan a li bajarê Dêrikê ku ji aliyê Kongreya Star ve hatibû lidarxistin bi daxuyaniyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî dê dewam bin ta rakirina tecrîdê.

Greva birçîbûnê ya Dêrikê: Çalakiyên me berdewam in heta tecrîd bi dawî bibe
22 sibat, 2019   17:10

QAMIŞLO

Rêxistina Kongreya Star a bajarê Dêrikê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê bi dirûşmeya "Bi berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bişkînin" çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Bi dehan şêniyên ji herêma Berav û bajarê Dêrikê serdana çalakgeran kirin. Çalakî îro di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mustefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em berxwedana Leyla Guvne û hevalên wê silav dikin. Berxwedana wan a leheng îsbat kirin ku dê planên dagirkeriya Tirkiyê li hemberî îradeya gelan ku xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têk biçe. Her wiha îsbat kir ku dê serkeftin para me be madem em şopdarên vê felsefeya demokratîk in."

Di dewame daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jina Kurd di her pêvajoyekê de hêz û îradeya xwe ji cîhanê re îsbat kir. Îro Leyla Guven îsbata jina leheng e ku têkoşîna gelê Kurd derbasî pêvajoyeke nû kir, îsbat kir ku hemû komployên li dijî doza gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan dê têk biçin."

Di dawiya daxuyaniyê de soza têkoşînê ta pêkanîna daxwazên Leyla Guven û hevalên wê hate dayîn û banga li jinan hate kirin ku li derdora berxwedana Leyla Guven kom bibin.

ANHA