DAIŞ, Opozisyon, Tirkiyê û ketina Mûsilê… rastiyên ku DAIŞ wan eşkere dike

Ajansa me wê sibê dest bi weşandina hevpeyvînên çeteyên DAIŞ`ê yên bi eslê xwe ji Tirkiye, Ozbekistan û Swêdê ne, bike. Çeteyên ku bi wan re hevpeyvîn hatine kirin, di pêngava Bagera Cizîrê de xwe radestî şervanên QSD`ê kiribû.

DAIŞ, Opozisyon, Tirkiyê û ketina Mûsilê… rastiyên ku DAIŞ wan eşkere dike
22 sibat, 2019   10:31

 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me (ANHA) û gelek dezgehên çapemeniyê yên din destekdayîna dewleta Tirk a dagirker ji bo çeteyên DAIŞ`ê û çawa dewleta Tirk wan derbasî Sûriyê dike, eşkere kirin. Di vê çarçoveyê de, em ê dosyayek ku ji 4 beşan pêk tê bi sernavê “DAIŞ, Opozîsyon, Tirkiye û ketina Mûsilê… rastiyên ku DAIŞ wan eşkere dike” ji sibê ve biweşînin. Di dosyayan de, çeteyên DAIŞ`ê yên ku xwe radestî şervanên QSD`ê kir, li xwe mikur tên û desteka dewleta Tirk ji bo wan eşkere dikin.

Navên çeteyên ku li xwe mikur hatin wiha ne:

- Çeteyê bi navê Emre Ozanoglu komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê ku li bajarê Tirkiyê kar dikin da ku propagandaya rêxistina terorîst bikin û çeteyên biyanî derbasî nava Sûriyê dikin, eşkere kirin.

- Çeteyê bi navê Oguzhan Emre ku bi eslê xwe Tirk e, desteka Tirkiyê ji bo DAIŞ`ê eşkere kir û wiha got: "Dewleta Tirk di aliyê tenduristî de jî destekeke mezin da DAIŞ`ê û derman dişandin herêmên di bin serweriya DAIŞ`ê de. Her wiha di encama lihevkirina di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de, herêma Babê radestî dewleta Tirk hate kirin.”

- Çete Ibrar Mihemed El-Siwêdî detayên çawaniya derbasbûna biyaniyan ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve, desteka dewleta Tirk ji bo rêxistina terorîst û dermankirina piraniya fermandarên çeteyan di nexweşxaneyên taybet ên Tirkiyê de, eşkere dike.

- Çeteyê ji Ozbekistanê ku MÎT`a Tirk ew radestî çeteyên DAIŞ`ê kir, behsa operasyona MÎT`a Tirk a radestkirina 200 biyaniyan ji çeteyên DAIŞ`ê re, beramberî berdana 49 welatiyên Tirkiyê ku li balyozxaneya Mûsilê hatibûn girtin, dike.

(kc)

ANHA