Partiyên Kurdî aloziya Sûriyê û yekîtiya Kurdî gotûbêj kirin

Partiyên Kurdî îro li hev kom bûn û dozên siyasî li ser asta Sûriyê û Kurdistanê nîqaş kirin. Partiyan encamên civînê bi daxuyaniyekî ragihandin.

Partiyên Kurdî aloziya Sûriyê û yekîtiya Kurdî gotûbêj kirin
21 sibat, 2019   17:33

QAMIŞLO

Partiyên Kurdî îro civîneke awarte li bajarê Qamişlo li dar xistin û der barê vê civînê de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Hêz û partiyên Kurdî civînek awarte li dar xistin. Beşdaran dozên siyasî li ser asta Sûriyê bi giştî û herêmên Kurdî bi taybet nîqaş kirin. Di civînê de helwestên hêzên têkildarî aloziya Sûriyê û pirsgirêkên ku li pêşiya çareseriya aştiyane dibe asteng nîqaş kirin. Her wiha hate gotin ku hêzên niştimanî û demokratîk ên Sûriyê di nav de Kurdî ji bo çareserkirinê di nava xebatê de ne.

Beşdaran her wiha li ser tinekirina DAIŞ‘ê li bajaroka Baxozê û xebatên piştî tinekirina DAIŞ‘ê nîqaşkirin, her wiha rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî silav kirin.

Beşdaran diyar kirin ku pêwîste rêjîma Sûriyê daxwazên gelê Sûriyê bi cih bîne, bi taybet daxwazên nenavendîbûyînê, avakirina dewleteke demokratîk, niştimanî û destûrek ku mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên dîtir biparêze. Hate gotin ku îsrara rêjîmê di helwesta xwe de rê li ber çareseriya aştiyane dixetimîne û daxuyaniyên dawî yên rayedarên rêjîmê delîlê vê yekê nîşan dan.

Beşdaran teqez kirin ku aliyê Kurdî hewl didin atmosfêreke guncaw ji bo serxistina diyalogan bi garantiya navdewletî, peyda bikin. Her wiha bang li Rûsyaya Federal hate kirin ku rola xwe ya erênî wekî navbeyndar ji bo serxistina diyalogaên çareseriyê pêk bîne.

Beşdaran bang li civaka navdewletî kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên wê yên li dijî gelê Efrînê  darezîne, her wiha bang li gelê Sûriyê û aliyên têkildarî aloziyê kirin ku ji bo rizgarkirina Efrînê û qewitandina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bixebitin.

Di civînê de her wiha bal hate kişandin li ser biryara Amerîkayê ya vekişandina Sûriyê. Beşdaran teqez kirin ku ev biryar aloziya li herêmê zêdetir kir û bang li Amerîkayê kirin ku helwesta xwe ya derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bike.

Di civînê de bal hate kişandin ser însyatîfa KNK‘ê ya yekîtiya Kurdî û avakirina lêvegereke Kurdî, beşdaran piştgiriya xwe bi vê însyatîfê anîn ziman û gotoin ev însyatîf dikare sînorekî ji nakokiyên Kurdî-Kurdî re deyne. Her wiha bang li hêzên Kurdî kirin ku piştgiriyê bidin însyatîfê û di zûtirîn demê de beşdarî xebatên yekîtiya Kurdî bibin.

Di civînê de, girîngiya aştiya navxweyî ya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destnîşankirin û pêwîstiya xurtkirina biratiya gelan û rêgirtina li ber hewldanên fitin û tevliheviyê diyar kirin."

 

Hêzên ku daxuyanî dane ev in:

-Hevbendiya Niştimanî a Kurd li Sûriyê

-Tevgera Civaka Demokratîk

-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

-Partiya Kesk a Kurdistanê

-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Guhertin a Kurdistanê

-Partiya Yekîtiya Karkarên Kurdistanê

-Partiya Lîberal a Kurdistanê

-Partiya Nûjen a Kurdistanê

-Partiya Demokratîk a Kurdistanê (El-Partî)

-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

ANHA