Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn

Dayika şehîd Feysel Fatme El-Casim di merasîma bîranîna şehîdên meha Sibatê de got: "Ji bo paqijkirina xaka me ji terorê mîna DAIŞ`ê û hevkarên wê me bi hezaran şehîd da. Îro em bi wan serbilind ji ber ku tunekirina DAIŞ`ê berhema fedekariyên wan e."

Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
21 sibat, 2019   16:37

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo îro merasîma bîranîna 55 şehîdên QSD, YPG, YPJ, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Suryan ên ku di meha Sibatê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan lidar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û malbatên şehîdan tev li merasîmê bû. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Fatme El-Casim, dayika şehîd Feysel axivî û got: "Şehîdên me meşaleyên azadî û aştiyê ne, ji ber ku ji bo rizgarkirina xak û gelê xwe û paqijkirina welatê xwe ji terorê canê xwe feda kirine. Ji 7 salan ve zarên me şerê hêzên tartiyê dikin mîna DAIŞ`ê û hevkarên wê. Îro em bi şehîdên xwe serê xwe bilind dikin, ji ber ku tunekirina terorê berhemê fedekariyên wan e."

Fatme diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, hewl da tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de biçînin lê planên wan bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji ber ku xwîna ciwanên herêmê tev hev bûn têk çûn.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehadetên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

(şx)

ANHA