Hesen Mihemed Elî: Ji bo çareseriyê 2 rê li ber me hene

Hesen Mihemed Elî da zanîn ku bêyî beşdarbûna MSD`ê, çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e. Mihemed Elî wiha got: “Piştî têkçûna DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de, DAIŞ û aliyên din dê derbasî plana B bibin.” Elî her wiha diyar kir ku MSD li pêşiya du çareseriyan e

Hesen Mihemed Elî: Ji bo çareseriyê 2 rê li ber me hene
21 sibat, 2019   14:00

EHMED EKMIYAN - TIKRÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî di civîna Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyê de axivî. Di civînî de, rewşa siyasî û leşkerî li herêmên û taybet bi nêzikbûna îlankirina serkeftina li dijî DAIŞ`ê, hate nîqaşkirin.

Hesen Mihemed Elî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Em di çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê de bûne xwedî bandor. Bêyî beşdarbûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku MSD nûnertiya wan dike, çareseriya siyasî ne pêkan e.”

Mihemed Elî diyar kir ku hêzên wan dikaribûn terora herî mezin di cîhanê de têk bibin û dikaribûn nimûneya Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş li herêmê bi pêş bixin û wiha dewam kir: “Di van rojan de, em ê serkeftina leşkerî li dijî terorê ragihînin. Em niha li pêşiya astengiyên mezin ên hundirîn in. Di pêvajoya pêş de, em li pêşiya 2 çareseriyan in; çareseriyek dê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî be, ya duyemîn dê çareserî bi rêya Cinêv û NY’yê bê.”

‘Em qebûl nakin rejîm vegere’

Elî bal kişand li ser encamên civîna Soçiyê û wiha got: “Piştî civîna Soçiyê dewleta Tirk û rejîma Sûriyê  êrîşên xwe zêde kirine. Em bi diyaloga Sûrî-Sûrî ne û dixwazin bi awayekî siyasî alozî çareser bikin. Em qebûl nakin ku rejîm vegere çargoşeya ewlehiyê wekî ku tiştek çênebûye. Guhartin li ser rûyê erdê pêk hatin, divê ev guhartin di ber çavan re were derbaskirin.”

‘MSD`ê herêma ewle ya di bin sîwana Tirkiyê de qebûl nake’

Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD`ê têkildarî rewşa herêma ewle jî ev tişt got: “Em wek MSD`ê herêma ewle di bin sîwana dewleta Tirk de qebûl nakin. Ger pêdivî bi vê herêmê heye, bila di bin sîwana navneteweyî  de be. Em tu metirsiyan li ser Tirkiyê çênakin, berovajî ew metirsî li ser me çêdikin.”

Hesen Mihemed Elî, têkildarî xebatên piştî îlankirina serkeftina leşkerî li dijî terorê, ev tişt got: “Me dikaribû aloziya li herêma xwe bidawî bikin û hemû astengiyan derbas bikin. Piştî têkbirina DAIŞ`ê, hin xebatê sereke hene divê em bikin. Divê em çawa herêmên xwe birêve bibin, taybet di aliyê ewlehiyê de ku wê şaneyên DAIŞ`ê vê yekê ji xwe re wekî firsend bibînin, her wiha dewlet û aliyên ku dixwazin istiqrara herêmê têk bibin û vê herêmê wekî herêmeke tevlîhev nîşan bibin. Di van aliyan de,  Rêveberiya Xweser û aliyên peywendîdar ji bo îstiqrara herêmê û parastina wê ji êrîşan, kar dike û plansaziya xwe heye.” 

‘DAIŞ û aliyên din dê derbasî plana B bibin’

Mihemed Elî got DAIŞ û hin aliyên din wê derbasî “plana B” bibin û wiha dewam kir: “Divê di pêvajoya pêş de, em li gorî berpirsyartiya xwe rabin. Her wiha divê gelê me bi hev bigre, ji ber jiyana hevbeş, biratiya gelan û hêza gel hîmin bingehînin û dikarin guhartinan çêbikin. Em jî xwe dispêrin vê hêzê.”

Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî, der barê gera diplomasî ya MSD`ê ev tişt got: “Ji rawestandina xeteriya Tirkiyê, em niha bi DYA`yê re di nava danûstandinan de ne. Paşê, em ê li ser rejîmê feriz bikin ku rêveberiya me û taybetmendiya hêzên me yên leşkerî nas bike.”

Der barê daxuyaniyên Amerîkayê yên ku wê têkiliya xwe bi QSD`ê re qut bike, ger bi rejîmê re kar bike, Hesen Mihemed Elî ev tişt got: “Amerîka bi serdanên me yên berê li Şamê dizanibû. Gelê Sûriyê xwedî îrade ye û dikare têkiliyan ava bike. Armacna me diyaloga Sûrî-Sûrî ye. DYA`yê bi çareseriya me iqna bûye, tevî ku tiştek li ser rûyê erdê pêk nehatiye.”

Civîna Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

(kc)

ANHA