‘Bi saya fikrên Ocalan dê doza ciwan û jinên Rojhilata Navîn çareser bibe’

Endama Yekitiya Jinan a Îranê Sara Cûdî ku tev li Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bûye, got şoreşa Rojava bi serkêşî û îradeya jinên ku şerê zîhniyeta desthilatdar dikin, dê bi ser bikeve.

‘Bi saya fikrên Ocalan dê doza ciwan û jinên Rojhilata Navîn çareser bibe’
21 sibat, 2019   14:06

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li bajarê Kobanê di roja xwe ya duyemîn de didome. Di vê çarçoveyê de jina bi navê Sara Cûdî ku nûnertiya jinên Îranê dike û tev li konferansê bûye, ji ajansa me ANHA`yê re axivî. 

Sara Cûdî got Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dendika sereke ya çareserkirina hindek aloziyên Rojhilata Navîn e û bi taybet pirsgirêkên ciwanan ku ji aliyê sîstema desthilatdar ve derdikevin û nahêlin ciwan nûnertiya xwe bikin û bi îradeya azad bijîn.

Ciwanên ku tev li konferansê bûne, dozên girêdayî Rojhilata Navîn, aloziyên ku rastî ciwanan tên û rol û bandora ciwana li ser civakê nîqaş dikin.

Sara di axaftina xwe de li ser rastiya ciwanan û bi taybet jinên li Îranê axivî û wiha anî ziman: "Hikumeta Îranê tundiyê Ii dijî jinan bi kar tîne. Jinan ji mafên wan mehrûm dike û bi rêya olê azadî û îradeya wan girê dide. Ji ber wê divê asta têkoşînê li dijî zîhniyeta desthilatdar were bilindkirin û firk û felsefeya rêber Ocalan esas were girtin û wekî ku çawa jinên Rojava li dijî faşîzmê bi ser ketin, ew jî bi ser bikevin."

Sara teqez kir ku kesên ku dixwazin azadiyê bi dest bixin, divê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku jinên Rojava bi saya wan gelek destkeftî bi dest xistin, esas bigirin.

Sara Cûdî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek rêxistina jinan li Îranê dê xwe perwerde bikin, xwe li gorî felsefeya Ocalan bi rêxistin bikin û li dijî desthilatdariyê yekitiya xwe ava bikin.

Endama Yekitiya Jinan a Îranê Sara Cûdî di dawiyê de bang li hemû jinên cîhanê kir ku fikrên Ocalan ku rêya tekane ku azadiya xwe bi dest bixe, esas bigirin.

(bx)

ANHA