Li Efrînê teqîn

Çavkaniyekî ji nava Efrînê ragihand ku ji beriya çend kêliyan li kolana Vêlat a navenda Efrînê di dema çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker torenek leşkerî pêk dianî de teqînek pêk hat. 

Li Efrînê teqîn
21 sibat, 2019   13:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji nava Efrînê ji ajansa me re ragihand ku ji beriya çend kêliyan li kolana Vêlat a navenda Efrînê teqînek pêk hat.

Hat zanîn ku dema çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker torenek leşkerî pêk dianî de teqîn pêk hatiye. Di derbarê windahiyan de tu agahî nehatin girtin.  

(bm)

ANHA