Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya duyemîn de didome

Di roja duyemîn a çalakiya konê greva birçîbûnê de şêniyên herêma Beravê ya Dêrikê di seatên sibehê de berê xwe da kon.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya duyemîn de didome
Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya duyemîn de didome
Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya duyemîn de didome
Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya duyemîn de didome
Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya duyemîn de didome
21 sibat, 2019   13:37

QAMIŞLO

Şênî û endamên saziyên herêma Beravê li Dêrikê ya Qamişlo kom bûn û berê xwe da konê greva birçîbûnê yê ji bo piştgiriya têkoşer Leyla Guven ku kete roja 106’an ku bi daxwaza rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vedan.

Li kon gelek axaftin bi navê PYD`ê, Partiya Rêveberiya Gel, Yekitiya Rewşenbîrên Dêrikê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Beravê, meclisa bajarokê Girkê Legê, meclisa bajarokê Eyn Dîwar û Kampa Newroz hatin kirin. Axaftvanan li ser berxwedana têkoşer Leyla Guven ku ev 106 roj e di grevê de ye da ku tecrîda giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, axivîn.

Her wiha axaftvanan teqez kir ku ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin û bang li gelan kirin ku têkoşîna xwe li dijî faşîsta Tirkiyê bilind bikin û dengê çalakvanan bigihînin cîhanê.

Tê payîn ku sibe şêniyên bajarê Dêrikê nobeta konê çalakiyê bigirin.

ANHA