Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan

Artêşa Tirk a dagirker dibistan û navendên perwerdeyê yên Efrînê vediguherîne baregehên leşkerî û cihê perwerdekirina çeteyan.

Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
Artêşa Tirk dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdeya çeteyan
21 sibat, 2019   13:23

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên hovane li Efrînê didomîne. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.

Artêşa Tirk a dagirker dibistan û navendên Efrînê vediguherîne baregehên leşkerî û cihên perwerdekirina çeteyan.

Li gorî wêne û dîmenên ku ajansa me ANHA`yê bi dest xistin, diyar dibe ku artêşa Tirk a dagirker dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdekirina çeteyên bi navê "Polîs û Ewlekariya Giştî".

Di dîmenan de xuya dike ku dewreyeke leşkerî ku nêzî 300 çete tê de ne û paşê çete derdikevin kolanên Efrînê da ku toreneke leşkerî li dar bixin û dirûşmeyên bi zimanê tirkî berz dikin û ala Tirkiyê radikin.

(bx)

ANHA