Nakokiyên çeteyên li herêmên dagirkirî zêde dibin

Li herêmên Efrîn, Bab û Cerablusê ji ber lihevnekirina li ser malên welatiyan ên ku dizîne, çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi hev dikevin. Her wiha çeteyan nêzî hezar û 500 dar li navçeya Bilbilê ya Efrînê qut kirin û talankirina malên welatiyan û revandina sivîlan didomînin.

Nakokiyên çeteyên li herêmên dagirkirî zêde dibin
Nakokiyên çeteyên li herêmên dagirkirî zêde dibin
Nakokiyên çeteyên li herêmên dagirkirî zêde dibin
Nakokiyên çeteyên li herêmên dagirkirî zêde dibin
Nakokiyên çeteyên li herêmên dagirkirî zêde dibin
21 sibat, 2019   10:39

EFRÎN

Binpêkirin û kiryarên hovane li dijî sivîlên Efrînê zêde dibin. Her wiha nakokiyên di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li herêmên Sûriyê û bi taybet li Efrînê zêde dibin.

Çavkaniyekî ji navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî hezar û 500 darên sivîlan qut kirin, nêzî 700 darên zeytûnan, darên qeresî û behîvan ên malbata Qurmiz a ji gundê Qornê yê Jorîn her wiha nêzî 350 darên ku temenê wan zêdetirî 100 salî ye, yên welatiyê bi navê Hemze Horo qut kirine.

Çavkanî got çeteyên bi navê Firqet Hemzat malên welatiyên bi navê Mistefa Horo, Elî Mihemed û Nîzar Mihemed ên ji gundê Qornê yê navçeya Bilbilê talan kirin.

Çavkaniyekî din teqez kir ku çeteyên dewleta Tirk darên ku temenê wan zêdetirî 10 salan e, ji derdora gola Meydankê ya navçeya Şera qut kirin.

Her wiha çavkaniyekî din ji navçeya Şiyê destnîşan kir ku çeteyên Emşat welatiyê bi navê Şikrî Îbrahîm Weqas ê ji gundê Hîkce yê girêdayî navçeya Şiyê revand û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Her wiha li Efrînê şerê ku ji ber parvekirina tiştên ku ji malên sivîlan didizin di navbera komên çete de, didome. Li herêmên Sûriyê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, nakokî di navbera çeteyan de derdikeve. Li gorî agahiyên ku di rojên dawîn de hatin bidestxistin, di nav çeteyên li Efrîn û Babê û bi taybet ên li Cerablusê de tevlihevî derdikeve û çete tev li komên çete yên din dibin.

Li gorî çavkaniyan ku sedemên ku parçebûn di nava komên çete de çêdibe ji ber ku meaşên wan ên mehane dereng têne dayîn, her wiha di navbera wan de lihevkirin der barê mal û milkên şêniyên ku didizin, nehatine kirin.

(bx)

ANHA