Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja xwe duyemîn de didome

Roja duyemîn a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin, dest pê kir.

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja xwe duyemîn de didome
21 sibat, 2019   09:39

KOBANÊ

Duh li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê bi tevlêbûna 300 ciwanan 2`yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dest pê kir.

Îro jî ciwanên şoreşger ên girêdayî partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên hindek dewletên Rojhilata Navîn, bi nîqaşên li ser beşa yekemîn ji bernameya ku ji aliyê ciwanan ve hatiye dayîn, dest bi roja 2`yemîn a konferansê kir.

Di beşa yekemîn de dê aloziya Sûriyê, pirsgirêkên ku di bin bandora modernîteya kapîtalîst de; jin û zayendperestiya di nava civakê de, olperestî, tabû û neteweperestî werin nîqaşkirin.

Kesên beşdarî konferansê bûne nêrînên xwe li ser başkirina rewşa ciwanan û civakê li Rojhilata Navîn û bi taybet doza jinan, gotin. Beşdaran diyar kir ku çareserkirina doza jinan alîkariyê dide avakirina civakeke demokratîk û azad. Her wiha hata gotin ku şoreşa îslamî jin ji zilm û zordariyê xilas kirin.

Konferans bi nîqaşan didome.

(bx/bm)

ANHA