Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Ebdulhemîd spartin axê

Cenazeyê Şehîdê Hêzên Displîna Leşkerî Ebdulhemîd El-Tebxan (Ebûdî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve hate veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Ebdulhemîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Ebdulhemîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Ebdulhemîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Ebdulhemîd spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Ebdulhemîd spartin axê
20 sibat, 2019   20:18

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê cenazeyê şehîd Abdulhemîd ji ber deriyê ketina bajarokê Bisêra wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Hêzên Displîna Leşkerî merasîma leşkerî pêk hat.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa El-Hisên sersaxî ji malbata şehîd Ebdulhemîd û hemû cangoriyên azadiyê re xwest û diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi nêzîbûna tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê re dê sîstema parastinê xurt bike û li dijî hucreyên veşartî yên çeteyan operasyonan li dar bixe.

Endamê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Remedan El-Xelef jî got, "Şehîd ji bo jiyaneke azad û bi rumet berdêlên mezin dane, şehîd sax in ti carî namirin, em ê heta dawiyê şopdarên xeta wan bin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Suha Mihemed jî got, "Em li ber xwe didin da ku zulmê li ser civaka xwe rakin û civakê ronî bikin. Xwîna şehîdan wê ti carî li erdê nemîne."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 3 şervanên QSD‘ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûne eşkere kir. Şehîd ev in "Ednan El-Cabir (Xetab), Cabir El-Îbarahîm (Cewherî) û Hisên El-Elî (Hemed).

Piştre girse nimêj li ser cenaze kir û di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

ANHA