Di Komîteya Zabîte de xebatên jinan

Jinên herêma Reqayê piştî ku rizgar bûn, bendên paşverû şikandin û di hemû qadan de cih girtin. Di Komîteya Zabîte de jî rola jinan sereke ye ku tevgera bazaran bi rêxistin dikin û rê li ber keysbaziyê digirin.

Di Komîteya Zabîte de xebatên jinan
Di Komîteya Zabîte de xebatên jinan
20 sibat, 2019   07:25

RUBA EL-ELÎ / REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê di 20‘ê Çileya 2017‘an de ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê, jinan bendên paşverû ku li ser wan hatibûn ferzkirin, şikandin, di hemû qadan de xwe bi rêxistin kirin û roleke pêşeng lîstin. Di Şaredariya Gel a Keramayê de jin di Komîteya Zabîte de cih digirin. Endamên jin ên komîteyê tevgera bazarê bi rêxistin dikin û der heqê kesên biryaran pêk naynin de tedbîran digirin.

Endamên jin ên Komîteya Zabîte rojane ji saetên sibehê ve derdikevin û bazaran û dikanan û buhayê madeyan dişopînin. Hin ji wan dermanxaneyan û hin din jî ji navendên beyterî digerin.

Komîteya Zabîte ji 10 jin û 4 zilaman pêk tê û li gorî 4 beşan hatine belavkirin; tenduristî, hawîrdor, av û fenî.

Rêvebera Komîteya Zabîte ya herêma Keramayê Dûa Xelîl Dahir diyar kir ku wan dest bi pêkanîna rola birêxistina civakê û kontrolkirina dikanan kir, kesên ku bi buhayan bilîzin, têne muxalîfkirin.

Dûa li ser astengiyên ku dikişînin wiha got: "Destpêkê me gelek astengî kişandin, jê civakê em qebûl nedikirin ji ber bendên ku çeteyan di nava şêniyan de çandibûn."

Dûa Xelîl Dahir destnîşan kir ew ê bi hemû hêza xwe tevgera bazaran bi rêxistin bikin û nehêlin ku keysbazî bi pêş bikeve.

ANHA