Şêniyên Efrînê: Berxwedana Leyla û Nasir ji bo me hêz û vîn e

Efrîniyên li Şehbayê piştgiriya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevrêyên wê kir û wiha got: "Berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz ji bo me vîn û hêz e."

Şêniyên Efrînê: Berxwedana Leyla û Nasir ji bo me hêz û vîn e
20 sibat, 2019   07:14

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Culemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji beriya 105 rojan ve dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî wê ciwanê bi navê Nasir Yagiz li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji beriya 92 rojan dest bi grevê kir. Ev berxwedan li tevahî cîhan û Kurdistanê belav bû. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi çalakî û bangên xwe piştgiriyê didin vê berxwedanê. Efrîniyên li Şehbayê jî piştgirî da grevên birçîbûnê.

Şêniyê bi navê Betal Ebdî diyar kir ku berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê di rûpelên dîrokê de hate nivîsandin û wiha got: “Berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê ji bo me cihê serfiraziyê ye. Berxwedana wan ji bo me vîn û hêz e. Ji ber vê yekê divê gel hemû dakevin qadan û piştgiriya çalakgeran bikin.”

Betal Ebdî soza şopandina rêya têkoşer Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevrêyên wan da.

Şêniya bi navê Sûad Elîko jî piştgiriya xwe ji bo berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû berxwedêrên di grevên birçîbûnê de nîşan da û wiha axivî: “Ev 4 meh e Leyla Guven li ber xwe dide û teslîm nebû, Leyla bi israr çalakiya xwe didomîne û dibêje heta rêber Ocalan di tecrîdê de be wê berxwedana min nesekine."

Sûad destnîşan kir ku bila her nas bike ku gelê Kurd tune nabe û wiha pê de çû: “Ji ber ku felsefeya Ocalan di mêjiyê me de ye, em bi felsefeya wî têkoşînê dikin, azadiya Rêbertî azadiya me ye û azadiya hemû gelên bindest e."

Şêniyê bi navê Mustefa Hac Îbiş jî got berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê gaveke dîrokî ye û wiha pê de çû: "Berxwedana wan, berxwedana Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û hevrêyên wan têne bîra me, berxwedana ku ji zindanan dest pê kir û heta roja me ya îro didome, tu carî nayê jibîrkirin. Ji bo me berxwedan jiyan e."

Şêniya bi navê Fikret Ezîz jî piştgiriya çalakiya Leyla Guven kir û wiha got: “Gelê Kurd bi saya fikrên Ocalan gihîştiye vê qonaxa dîrokî û serkeftin bi dest xistiye.”

(bm)

ANHA