Li Kenedayê ji malbateke Sûrî 7 zarok şewitîn

Li bajarê Halifax ê başûrê Rojhilatê Kendayê şewat bi mala malbateke Sûrî ketin, di encamê de 7 zarokên malbatê mirin.

Li Kenedayê ji malbateke Sûrî 7 zarok şewitîn
19 sibat, 2019   22:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniya Kendayê malbata Sûrî ji beriya 2 salan ve hatiye Kenedayê, zarokên şewitîne temenên wan di navbera 4 heta 14 salî ne.

Tê gotin ku malbat ji bajarê Dêrazorê ye û di sala 2017‘an de derbasî Kendayê bûye.

Li gorî agahiyên ku penaberên Sûriyê yên li wir dane,"Şewat di saetên nîvê şevê de di qata jorîn, di odeyên zarokan de pêk hat, bav Îbrahîm Berho û dê  Kewser nedikarîn zarokên xwe xilas bûn. Lê her du jî ji ber şewatê birîndar bûne û rewşa wan baş e."

Polîstên Kenedayê diyar kir, "Zarok ji malbatekê ne, dê û bav rakirin nexweşxaneyê."