Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê  sersaxî hate xwestin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re yên ku nasnameyên wan duh hatibûn eşkerekirin, xwestin.

Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê  sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê  sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê  sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê  sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê  sersaxî hate xwestin
19 sibat, 2019   15:43

ŞEHBA

Melisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê konê sersaxiya şehîdên Berxwedana Serdemê li gundê Til Qirahê yê Kantona Şehbayê veda. Navên şehîdan wiha ne: Umer Seydo bi nasnav Amed Efrîn, Mihemed Emîn bi nasnav Sîpan Efrîn, Haşim Haşim bi nasnav Elî Şêr Mordem, Mihemed Osman bi nasnav Mezlûm Dogan, Abdullah Mihemed bi nasnav Karker Amanos, Kemal Reşîd bi nasnav Qehreman Firat, Serbest Berazî bi nasnav Can Polat Berazî, Elî Xelîco bi nasnav Tîmav, Hemze Reşo bi nasnav Hawar Efrîn, Ferzende Silêman bi nasnav Cekdar Amanos û Ebdulrehman Elî bi nasnav Dlişêr Heleb.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê herikîn konê sersaxiyê. Di bin konê de merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Bi bavên Meclisa Malbatên Şehîdan Receb Remedan, Meclisa Kantona Şehbayê endama rêveber Wefaa Mihemed û Meclisa Kantona Efrînê Ehmed Silêman axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola şehîdan a avakirina civakeke demokratîk hate destnîşankirin.

Di axaftinan de soza berdewamkirina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftinê û vegera Efrîna rizgarkirî hatin dayîn.

Paşê nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA