Meclisa Rêveber mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêka kêmbûna sotemenê dinirxîne

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komîteya ku ji 7 rêveberiyên sivîl û xweser ên  hatiye avakirin re pirsgirêka kêmbûna sotemeniyê  li herêmên Rêveberiya Xweser û rêbazên çareseriyê nîqaş kir.

Meclisa Rêveber mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêka kêmbûna sotemenê dinirxîne
Meclisa Rêveber mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêka kêmbûna sotemenê dinirxîne
Meclisa Rêveber mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêka kêmbûna sotemenê dinirxîne
Meclisa Rêveber mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêka kêmbûna sotemenê dinirxîne
19 sibat, 2019   15:34

GIRÊ SPÎ

Ji bo nîqaşkirina mijara kêmbûna sotemenê û gazê û rêbazên peydakirina wan madeyan ji şêniyan re bi buhayên guncew, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna 5`ê vê mehê de bi hevserokatiya Meclisên Rêveber ên rêveberiyên xweser û sivîl  ku 7 in ev komîte ava kiribû.

Bi armanca nirxandina vê mijarê , Meclisa Rêveber îro civînek li navenda Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê ya Kantona Girê Spî lidar xist. Di civînê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiay Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş, cîgirên hevserokatiyê Êlîzebith Gewriyê, Rohilat Arif û Ferhad Şiblî, endamên komîteya têkildarî mijara kêmbûna madeyên sotemeniyê û gazê amade bûn.

Di civînê de beşdaran mekanîzmeya belavkirina sotemeniyê li şêniyan û her du beşên giştî û taybet, sedemên kêmbûna sotemenî û asta bandora wê li ser şênî, cotkar û pîşyeyan nîqaş kirin.

Her wiha di civînê de beşdaran astengiyên û pirsgirêkên ku rastî wan tên di makenîzmeya belavkirinê de anîn ziman.

Beşdaran mekanîzmeya yekgirtina buhaya sotemenî û berhemên wê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber Abid Hamid El-Mihbaş ji ajansa me re axivî. El-Mihbaş destnîşan kir ku ji bo naskirina pirsgirêka kêmbûnê, dê rêjiya sotemeniyê ku ji rêveberiyan re hatiye veqetandin were kontrolkirin, her wiha mekanîzmeya belavkirinê li stasyonan û şêniyan were diyarkirin. Her wiha rê li ber derxistina sotemeniyê ji derve bi awayekî qaçaxçî were girtin.

(şx)

ANHA