Îsraîl û Rûsya dê ji bo Sûriyê li hev bicivin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê di 21’ê Sibatê de li ser rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn li hev bicivin.

Îsraîl û Rûsya dê ji bo Sûriyê li hev bicivin
19 sibat, 2019   13:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya ragihandinê ya Kremlînê ragihand ku di 21’ê Sibatê de dê civînek di navbera  serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê dewleta Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ku dê serdana Rûsyayê bike, pêk were.

Her wiha dê di civînê de, rewşên bazirganî, aborî û mirovî yên her du welatan werin  nîqaşkirin. Di heman demê de rewşa Sûriyê, Filistîn û bi giştî Rojhilata Navîn dê di civîna her du aliyan de werin nîqaşkirin.

(fr)