Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê bi dawî bû

Çalakgerên Girkê Legê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi daxuyaniyekê bidawî kir. Çalakgeran di daxuyaniyê de soza berdewamkirina piştgiriya Leyla Guven û Nasir dan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê bi dawî bû
19 sibat, 2019   14:39

QAMIŞLO

Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera Kurd Leyla Guven a ku derbasî roja xwe ya 104 bûye, Kongreya Star a navçeya Girkê Legê bi dirûşmeya `Bi giyanê girtîgehan em ê tecrîdê bişkînin`, bi tevlêbûna 102 çalakgeran, çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin.

Çalakî heya 3 rojan dom kir. Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer, bajarê Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl serdana çalakgeran kirin.

Di roja dawîn a çalakiyê de, çalakgeran çalakiya xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re bi dawî kir. Daxuyanî ji hêla çalakgera bi navê Ayşe El-Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

Di daxuyaniyê de hate gotin: "`Rêber Ocalan ji 21 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de ye û di nav tecrîdek girankirî de ye. Lew re em dibêjin bi giyana zîndanan em ê tecrîdê bişîkinin. Li ser vê esasê bi rêya berxwedana Leyla Guven a ku li cîhanê deng vedaye me dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin."

Her wiha di daxuyaniyê de komploya navneteweyî  ya li dijî Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û soza berdewamkirina piştgiriya Leyla Guven û Nasir Yagiz heya bighên armancên xwe di azadiya Ocalan de hat dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyan hate kirin ji bo şikandina tecrîda girankirî tev li çalakiyan bibin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz bi dawî bû.

(şx)

ANHA