‘Em li ser rêya berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz in’

Kesên ku tev li greva birçîbûnê ya li navçeya Girkê Legê bûne, got ew aşiqê azadî û jiyana azad in, ji ber wê azadiya Ocalan dixwazin. Her wiha destnîşan kirin ku ew destekê didin çalakiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyên zindanan ku di greva birçîbûnê de ne.

‘Em li ser rêya berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz in’
19 sibat, 2019   13:45

KELSÛMA ELÎ – LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Kongreya Star bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyên zindanan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, konê çalakiya greva birçîbûnê veda. Konê greva birçîbûnê 3 rojan dewam kir û 102 kes tev li grevê bûn.

Konê grevê li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Girkê Legê hatibû vedan. Jina bi navê Esma Murad ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûbû, got şêniyên li bajarên Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Ewropa û girtîgehên Tirkiyê dengê wan ji bo destekdayîna çalakiya Leyla Guven bilind bû.

Esma diyar kir ku Tirkiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girt, mafê wî jê standine û derfet nade parêzer û malbata wî ku serdana wî bikin bêyî ku tu agahiyan der barê rewşa Ocalan de bide, lewre ew ketin çalakiya greva birçîbûnê.

Esma wiha got: "Em piştgiriya Leyla Guven û têkoşer Nasir Yagiz û hemû girtiyên di zindana Tirkiyê de dikin. Em bê deng namînin, em ê di çalakiyên daxwaza azadiya Ocalan de dewam bikin."

Her wiha çalakvanê bi navê Fûad Seedî jî axivî û wiha got: “Ji bo bilindkirina dengê mafan li hemû cîhanê û ji bo azadiya Ocalan, me daxwaza Leyla Guven û berxwedana wê hembêz kir û bi rêya çalakiyên xwe em piştgiriya wê dikin.”

Seedî wiha domand: "Ji ber ku em aşiqên azadiyê û jiyana rûmet in, em bi birçîbûnê nahesin, ev yek ji bo rakirina tecrîdê li ser serokê me ye, em ji hemû saziyên mafên mirovan li cîhanê dixwazin ku bi erka xwe rabin û rêzê bidin mafên mirovan. Dixwazin azadiya gelan bigirin, dengê civakê û mirovahiyê qut bikin, lê belê ew nikarin azadiyê bigirin.”

(bx)

ANHA