Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê di roja dawîn de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya navçeya Girkê Legê di roja xwe ya sêyemîn û dawîn de dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê di roja dawîn de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya Girkê Legê di roja dawîn de ye
19 sibat, 2019   11:49

QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Girkê Legê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ku ev 104 roj e di grevê de ye, da ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, konê çalakiya greva birçîbûnê danî.

Çalakiya îro bi beşdarbûna şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û bajarê Dêrikê li konê çalakiyê ku li navenda HPC`ê hatiye vedan, dest pê kir. Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û meclisa navçeyên Til Koçer û Dêrikê axaftin hatin kirin.

Axaftvanan li ser berxwedana têkoşer Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyên di zindanên dewleta Tirkiyê de ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, axivîn.

Axaftvanan piştgiriya xwe ji bo çalakvanan teqez kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin da ku daxwaza têkoşeran pêk were û tecrîda giran a li ser Ocalan bê rakirin.

Çalakî heta saetên êvarê dewam dike û tê payîn ku çalakvan çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî bikin.

(ekîb)

ANHA