Îbrahîm Qeftan: Zimanê ku îxanetê derdixe pêş aloziya Sûriyê kûrtir dike

Îbrahîm Qeftan destnîşan kir ku “zimanê îxanetê” ku serokê rejîma Sûriyê bi kar tîne, dihêle Sûriyê bikeve korteke reş û temenê aloziya Sûriyê dirêj dike û bang li hêzên niştîmanî, partiyên siyasî û hikumeta Sûriyê kir ku diyalogê bi şêniyên Sûriyê re bikin û teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di pirrengî û nenavendîtiyê de pêk tê.

Îbrahîm Qeftan: Zimanê ku îxanetê derdixe pêş aloziya Sûriyê kûrtir dike
19 sibat, 2019   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê daxuyaniyên dawîn ên serokê rejîma Sûriyê de, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan ji ajansa me re axivî.

Qeftan wiha got: "Di destpêkê de ez dixwazim bibêjim ku xîtaba serokê rejîma Sûriyê xîbateke ku ne ji bo hemû şêniyên Sûriyê ye. Ji ber her kes dizane ku zêdetirî 14 milyon şêniyên Sûriyê di nava koçberiyê de ne û bi alîkariya hêzên piştgiriya wî dikin, tenê nîvê Sûriyê di bin kontrola wî de ye û hin herêm hîna di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne."

Qeftan diyar kir ku israra rejîmê û girêdana bi mêjiyê xwe, yek ji sedemên nedîtina çareseriya aloziya Sûriyê ye û wiha domand: "Em dibînin ku xîtab wekî xîtabên berê gelek aliyên wê hene, ew jî dema yek ne li aliyê wî be dibe xayîn an jî ajan, ev mêjî dide xuyakirin ku tu çareseriyên rast li Sûriyê tune ne. Serokê rejîma Sûriyê gelek caran gotiye ku ne yê ku nasname yan jî pasaportê rake dibe şêniyê Sûriyê, şêniyên Sûriyê yên ku li gorî nêrîn û projeyên wan bin.”

Qeftan da zanîn ku nenavendîtî çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ye û wiha got: "Eger em dixwazin Sûriyê ava bikin, divê pirrengî, nenavendîtî, demokratîkbûn û rêzdayîna nêrînên kesên din be, ne li gorî ku Esed diyar kir. Zagona 1971’an ne li gorî merheleya niha ye, em wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bawer in ku hemû kesên ku nasnameya Sûriyê radike, ew şêniyên Sûriyê ye."

Qeftan daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê rexne kirin û diyar kir ku xîtaba wî zêdetirî ku daxwaza diyaloga niştîmanî be, xîtabeke ku behsa xiyanetê kir û wiha domand: "Me hêvî dikir xîtaba serokê rejîma Sûriyê xîtabeke lihevkirinê bi şêniyên Sûriyê re ba û banga diyaloga li ser maseyê bikira da ku êdî xwîn nerije û alîkariya vegera koçberan bikira. Lê Esed ev nekir, derket û dest bi êrîş û gotinên behsa xiyanetê kir û got reforma destûrê tiştekî ku nîqaş li ser nabe û temenê wê ji temenê şer bêhtir e."

Her wiha Qeftan diyar kir ku Esed diyalogê qebûl nake û tenê li gorî nêrînên xwe dibîne, lê di vê merheleyê de divê diyalogeke neteweyî li ser bingeha yekbûna neteweyî ku nasnameya neteweyî û olan û rêzê ji hemû çandan, zimanan û olan dike, mîsoger bike."

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan bang li hemû hêzên niştîmanî û partiyên siyasî di nav de hikumeta Sûriyê kir ku bi şêniyên Sûriyê re diyalogê bikin, bi vê yekê dê hemû dosyayên hêzên destwerdana li Sûriyê dikin, vekişin û dê aloziya çekdarî veguherîne diyaloga siyasî li ser bingeha niştîmanî.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku bi xiyanetê dê bajar bikeve korteke reş û temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û wiha got: "Eger em tenê xiyaneta hev bikin em ê bikevin korteke reş li Sûriyê û temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û hêzên ji derve dê destwerdanê bikin da ku berjewendiyên xwe di rêya aloziyê de pêk bînin û em ê berjewendiyên şêniyên Sûriyê jibîr bikin û bibin êzingên şer herêmî û navneteweyî."

(jo)

ANHA