Şaredariya Gel a El-Hews rêyan sererast dike

Şaredariya Gel a El-Hews a girêdayî rojhilatê gundewarên Reqayê gelek xebatên xizmetguzariyê dimeşîne, bi taybet piştî ku rê û pirên bajarok di encama baranên dawiyê de ku li herêmê zirar dîtine. Her wiha parkên bajarok restore dike.

Şaredariya Gel a El-Hews rêyan sererast dike
Şaredariya Gel a El-Hews rêyan sererast dike
Şaredariya Gel a El-Hews rêyan sererast dike
Şaredariya Gel a El-Hews rêyan sererast dike
Şaredariya Gel a El-Hews rêyan sererast dike
19 sibat, 2019   09:16

REQA

Şaredariya Gel a El-Hews ji bo restorekirina 4 pirên Geliyê Xes Alêc, Geliyê El-Şerawile û Geliyê Xes Ecîl dixebite. Ev pir gelek girîng in ji ber ku gundan, bajarokan û zeviyan bi hev ve girê didin û rê li pêşiya tevgera peyaderan (peya) li bajarok vedikin.

Komîteya Xizmetguzariyê ya şaredariyê ji bo sererastkirina hindek rêyên ku bi awayekî mezin ji ber barîna baranê di vê zivistanê de zirar dîtine, xebatan dimeşîne. Şaredarî wê bi kevir (behs) rê sererast bike, heya ku havîn were da ku şaredarî dest bi sererastkirina rêyan bi temamî bike.

Ji aliyekî din ve Buroya Hawîrdorê ji bo restorekirina parkên Xes Alêc û Xes Ecîl dixebite. Şaredarî wê darên xemilandinê li her du parkan biçîne, avreşînekê li navenda her parkekê ava bike, peyarêyan ji nû ve sererast bike, daniştokan deyne û derdora parkan çember bike.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a El-Hews Hemed El-Ferec destnîşan kir ku ruxmî derfetên kêm şaredarî xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş dike.

(şx)

ANHA