Necmedîn Umer: Daxuyaniyên El-Esed aloziyê kûrtir dikin

Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Umer diyar kir ku daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê nîjadperest û şovenîst in û aloziyê kûrtir dikin.

Necmedîn Umer: Daxuyaniyên El-Esed aloziyê kûrtir dikin
18 sibat, 2019   13:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed duh li pêşberî serokên meclisên herêmî der barê rewşa li Sûriyê de axaftinek kir. Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Umer der barê mijarê de ji ANHA`ê re axivî.

Umer got ku eger behsa çareseriyê bê kirin pêwîst e aliyê ku bûye sedema aloziyê, bê dîtin û wiha pê de çû: “Rejîma Baasê eger ji destpêkê ve xwestiba aloziyê çareser bike, em nedigihîştin vê rewşê. Îro li Sûriyê wêraniyeke mezin heye ku bi milyaran dolar pêwîst in da ku bê avakirin. Eger rejîmê di destpêkê de ji sedî 5 ji van lêçûnan terxanî daxwazên gel kiribana, ev qas kuştin û wêranî û talan û hilweşîna binesaziyê çênedibû.”

Umer got daxuyaniyên dawiyê yên serokê rejîmê nakevin xizmeta gelê Sûriyê û ne di rêya rast de bûn, ji ber ku wî tu rojan behsa çareserkirina doza Kurdan, her wiha doza Tirkmenan û doza pêkhateyên din nekiriye. Van daxuyaniyan alozî kûrtir kiriye û careke din diyar kir ka çi qasî ew hîna girêdayî hişmendiya nîjadperest û şovenîst a Baasê ye.

‘Çareserî bi axaftinên jiberkirî pêk nayê’

Umer tekez kir ku divê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê gavên şênber bêne avêtin, ne axaftinên ku sûdê nadin gel. Umer wiha dewam kir: “Çareserî ne bi axaftinên siyasî û leşkerî û semînerên li vir û wir e. Her wiha ne bi xwespartina aliyên din û tunekirina gel e. Çareserî bi bawerî, rastî û dûrketina ji îthamkirina xayintiyê ye. Çareserî bi projeya rêveberiyên xweser ên demokrat e, bi dûrketina ji nîjadperestî û şovenîzmê ye, bi guhertina makezagonê ye ku dê bibe destpêka çareseriya aloziya Sûriyê.”

Necmedîn Umer di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku çareserî dê bi rêyên siyasî û diyalogê, aboriya civakî, dadmendî û demokrasiyê û hevnaskirinê pêk bê, ne bi axaftinên jiberkirî.

(kn)

ANHA