Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Reşîd Tebqa re xwest

Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên QSD`ê û şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Fayîz Meşarî re xwest.

Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Reşîd Tebqa re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Reşîd Tebqa re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Reşîd Tebqa re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Reşîd Tebqa re xwest
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Reşîd Tebqa re xwest
18 sibat, 2019   13:07

TEBQA

Di merasîma sersaxiyê de bi dehan kes ji Meclisa Sivîl a Tebqayê, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Karûbarên Civakî, Rêveberiya Jinan a Tebqayê, şervanên YPJ`ê û Buroya Têkiliyên Giştî ya Leşkerî û bi dehan şervanên QSD`ê amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdilkerîm Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Bi navê QSD`ê endamê rêveberiya Buroya Têkiliyên Giştî ya Leşkerî Mistefa Mehmûd soz da ku ew ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bin û wiha got: "Şehîdan rêya me ronî kir, barek dan ser milê kesên ku gelên xwe ji tarîtiyê xelas bikin."

Di dawiya merasîma sersaxiyê de, dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Fayîz El-Meşarî (Reşîd Tebqa) di 13`ê Sibatê di qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû.

(jo)

ANHA