Binpêkirinên li “herêmên bêçek” didomin

Piştî diyalogên Rûsya-Tirkiyê li Soçiyê der barê Idlibê de, topbarana hêzên rejîma Sûriyê li ser “herêmên bêçek” zêde bû. 

Binpêkirinên li “herêmên bêçek” didomin
18 sibat, 2019   12:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê bi moşekan “hêrêmên bêçek” topbaran dike.

Îro di saetên serê sibê de çend moşek li Xanşêxûn, Temanea, Tereyî, Meret Naman ên aliyê başûrê bejahiya Idlibê ketin. Her wiha şevê din derdora Naciyê ya gundewarên Cisir Şixûr, deverin din ji Cebel Ekrad ê bejahiya bakurê Laziqiyê hatin topbarankirin.

Di saetên dawîn de topbarana ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve li ser “herêmên bêçek” zêde bû. Duh ji saetên sibê heta êvarê, hêzên rejîma Sûriyê zêdetirî 400 top û moşek avêtin “herêmên bêçek”.

Ajansa SANA`yê ya rejîma Sûriyê got yekîneyên artêşa Sûriyê yên li bejahiya bakurê Hemayê bersiva binpêkirinên komên terorîst da ku lihevkirina der barê herêmê de binpê dikin. Bi vê yekê depoyeke cebilxaneyê û baregehên terorîstan li bejahiya Idlibê hatin rûxandin.

Her wiha ajansê diyar kir ku li bejahiya başûrê Idlibê yekîneyên artêşa Sûriyê gule ber bi herêmên kombûna komên terorîstan ên li derdora bajarokê Xanşêxûn û Meret Naman ve avêtin û di encama wê de depoyeke cebilxaneyê û baregehên terorîstan hatin rûxandin.

(bx)