Li Girkê Legê greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome

Çalakiya greva birçîbûnê yê navçeya Girkê Legê di roja xwe ya 2`yemîn de bi tevlêbûna 102 kesan didome.

Li Girkê Legê greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome
Li Girkê Legê greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome
Li Girkê Legê greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome
Li Girkê Legê greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome
18 sibat, 2019   11:58

QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku derbasî roja xwe ya 103`yan dibe û bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê hilweşînin" duh konê greva birçîbûnê veda.

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, nûnerên partiyên siyasî û endamên civaka sivîl tev li çalakiya greva birçîbûnê dibin.

Di roja duyemîn a greva birçîbûnê de hevserokê Desteya Hundrîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat ku tev li çalakiyê bû, axivî. Kenan Berekat got dirûşmeya wan demokrasî û pevrejiyan e û wiha got: "Ev yek felsefeya rêber Ocalan diyar dike û mînaka wê jî ku sîstema Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyên civakê bi hev re dijîn."

Berekat destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûneriya rastiya gelên azadîxwaz dike, ji ber wê dîl hate girtin û soz da ku ew ê şopdarên rêya Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê heta pêkanîna xwestekên wan bin.

Çalakiya konê greva birçîbûnê heta saetên êvarê didome.

(bx)

ANHA