Fransayê daxwaza Trump erê nekir

Wezîra edaletê yê Fransayê Nicole Beloupe diyar kir ku welatê wê hîna tedbîr der barê banga serokê Amerîkayê Donald Trump de negirtine ku ji dewletên Ewropayê xwestibû ku  DAIŞ`yên xwe yên li cem QSD’ê girtî, wergirin.

Fransayê daxwaza Trump erê nekir
18 sibat, 2019   11:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra edaletê ya Fransayê Nicole Beloupe ji televîzyona France Press re axivî û wiha got: "Di dema vekişandina Amerîkayê de rewşeke jeopolîtîk a nû heye. Di dema niha de em siyaseta xwe naguherînin… Di vê qonaxê de Fransa daxwazên Trump pêk nayne.”

Trump soz da ku piştî serkeftina li ser DAIŞ`ê ew ê hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişîne. Vê yekê jî metirsî li Parîs û paytexên din ên Ewropayê çêkirin ku ev kesên radîkal vegerin bajarên xwe yên Ewropayê.

(jo)