Xelîl: Divê hêzên ewropayî erka xwe li hember gelê herêmê pêk bînin

Aldar Xelîl ji AFP’ê re axivî û da zanîn ku divê hêzên ewropayî erka xwe ya siyasî û manewî li hemberî gelê herêmê pêk bînin.

Xelîl: Divê hêzên ewropayî erka xwe li hember gelê herêmê pêk bînin
18 sibat, 2019   12:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl ji ajansa AFP’ê re axivî û wiha got: “Ger Yekitiya Ewropayê bi erka xwe ranebe, ev tê wateya ku dev ji me berdane.”

Aldar Xelîl bang li Fransayê kir û wiha got: "Divê Fransa bi awayekî taybet ji bo avakirina herêmeke tampon li ser sînorê bi Tirkiyê re wekî ku çawa Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo pêkanîna aştiyê li ser sînorê Lubnanê bi Îsraîlê re çêkiriye, di nava NY`yê de kar bike.”

Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Ger dewletên rojavayî ji bo rawestandina zêdegaviyên Tirkiyê bi bin bikevin, em wek Kurd dê bi rejîma Sûriyê re danûstandinan bikin da ku rejîm hêzên xwe li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bi cih bike.”

Xelîl anî ziman ku ew di sîstema xweseriyê de bi israr in û got Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî beşek ji artêşa Sûriyê ne.

(kc)