Dengên ji bo naskirina Komkujiya Ermeniyan bilind dibin

Rêxistina Dadmendî û Geşkirinê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, ji Neteweyên Yekbûyî û dewletên cihanî xwest ku komkujiya ku Osmaniyan li dijî Ermeniyan kiriye bi fermî nas bikin, her wiha roja 24`ê Nîsanê wek roja bîranîna komkujiyê were destnîşankirin.

Dengên ji bo naskirina Komkujiya Ermeniyan bilind dibin
18 sibat, 2019   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 24`ê Nîsana sala 1915`an Osmaniyan hin zanyarên Ermenî li Stenbolê bi dar ve kirin, piştî wê demê li dijî Ermeniyan komkujiyeke mezin pêk anîn.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Dadmendî û Geşkirinê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku navenda wê li Qahîreyê ye, Zêdan El-Qinaî diyar kir ku komkujiya Tirkiyê ya li dijî Ermeniyan tawanekî şer e û pêwîst e Neteweyên Yekbûyî dosyaya komkujiyê veke û Tirkiyê ceza bike, her wiha zirarên ku gihîştine malbatên windahiyan vegerîne.

Di encama komkujiyan de ku Tirkiyê li dijî Ermeniyan kirine, nêzî milyonek û 500 hezar Ermenî hatine kuştin û nêzî milyonekê jî koçber bûne. Lê Tirkiye Komkujiya Ermeniyan heta niha înkar dike.

(kn)