Elî Bedirxan: Divê Kurd têkildarî têkoşîn û dîroka xwe fîlmên sînemayê çêkin

Derhênerê sînemayê yê ji Misrê ku bi eslê xwe Kurd e Elî Bedirxan diyar kir ku divê Kurd der barê têkoşîn û dîroka Kurdan de gelek fîlmên sînemayê çêkin.

Elî Bedirxan: Divê Kurd têkildarî têkoşîn û dîroka xwe fîlmên sînemayê çêkin
18 sibat, 2019   09:47

EBDILSELAM KEREMAN / KOBANÊ

Derhênerê ji Misrê yê bi eslê xwe Kurd, Elî Berdixan der barê rola hunerê di danasîna doza gelê Kurd de ji anjansa me re axivî.

Elî Bedirxan ku yek ji derhênerên Misrê yên navdar e, diyar kir ku wî hewl daye der barê kesayeta Mela Mistefa Barzanî de fîlmeke sînemayê çêke, lê tu aliyan xwe nedaye ber projeyê. Bedirxan wiha got: “Divê Kurd der barê têkoşîn û dîroka Kurdan de gelek fîlmên sînemayê çêkin.”

Bedirxan her wiha bal kişand ser girîngiya parastina kevneşop û kelepora Kurdistanê û wiha pê de çû: “Divê gelek berhemên hunerî di vê derbarê de bêne çêkirin. Di serdana xwe ya dawiyê bo herêma Başûrê Kurdistanê de min ji sendîkaya hunermendan re behsa vê mijarê kir.”

Berdirxan diyar kir ku wî der barê pêşxistina ragihandina kurdî de nêrînên xwe ji gelek kesayetên Kurd re parve kirine, ji wan jî ekîba Medya TV`yê ku ji Brukselê weşan dikir.

Der barê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê de Bedirxan banga yekitiyê kir û wiha got: “Xelasî û hêza me di yekitiyê de ye, mijarên partîtiyê piştî serkeftin û azadiyê tên.”

Elî Bedirxan derhênerî li Îtalyayê xwendiye, niha jî li Enstîtuya Bilind a Sînemayê ya li paytexta Misrê Qahîreyê mamoste ye. Bedirxan gelek xelatên sînemayê wergirtine, ji wan yek jî xelata NÎL`ê ye ku bilindtirîn xelata hunerî ya li Misrê tê hesibandin.

Aktorên navdar di fîlmên wî de lîstine mîna Nûrî El-Şerîf, Ehmed Zekî, Nadya El-Cindî û Îlham Şahîn, her wiha ew hevjînê berê yê Suad Husnî ye ku wek ‘Cinderellaya sînemaya erebî’ dihate naskirin. Elî Bedirxan kurê derhênerê bi nav û deng Ehmed Bedirxan e ku wî jî fîlmên girîng çêkirin û hunermendên mezin ên mîna Ûm Kelsûm û Ferîd El-Etreş di fîlmên wî de lîstin. Her wiha ew ji damezînerên studyoya hunerê ya Misrê ye, kalikê wî Xorşîd Tahir Paşa ye, di dema Osmaniyan de ji Kurdistanê koçî Misrê kiriye.

(kn)

ANHA