Almanya: Daxwaza Trump a ji Ewropayê ku DAIŞ`iyên xwe wergire, pir zehmet e

Rojnameya The Miami Herald a Amerîkayê li ser zimanê wezîrê karên derve yê Almanyayê wiha got: "Daxwaza serok Donald Trump ku dewletên Ewropayê DAIŞ`iyên xwe wergirin, dê pir zehmet be."

Almanya: Daxwaza Trump a ji Ewropayê ku DAIŞ`iyên xwe wergire, pir zehmet e
18 sibat, 2019   10:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû “xîlafet” dê hilweşe, lewre divê Brîtanya, Almanya, Fransa û dewletên Ewropayê yên dîtir 800 çeteyên rêxistina DAIŞ’ê yên li gel QSD`ê girtî ku jemwelatiyên dewletên navborî ne, wergirin.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas ji televizyona ARD a Almanyayê re der barê mijarê de wiha got: "Welatiyên Almanyayê mafê wan ê vegerê heye, lê tu rê ji bo lêpirsîna wê li Sûriyê tune ne."

Maas got rewşên mirovî yên wekî jin û zarok vegeriyan, lê rewşên dîtir ne pêkan in.

(jo)