Bo Seab: Hebûna Tirkiyê di xaka Sûriyê de dagirkerî ye

Wezîrê Parastinê yê Lubnanê Îlyas Bo Seab, wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar agahdar kir ku bêyî erêkirina Şamê hebûna Tirkiyê di Sûriyê de dagirkerî ye.

Bo Seab: Hebûna Tirkiyê di xaka Sûriyê de dagirkerî ye
17 sibat, 2019   12:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Lubnanê Îlyas Bo Seab û wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar dema ku li kongreya Miyonix a Almanyayê bûn, li hev civiyan. Hat zanîn ku Bo Seab ji Akar re gotiye hebûna dewleta Tirk bêyî erêkirina Şamê li Sûriyê, dagirkerî ye. Bo Seab ji Akar re wiha got: “Herêma ewle ne çareseriya ku tê xwestin e, dê ew bibe cihê ewlekariya terorîstan."

Tirkiyê bi hincetên neyên qebûlkirin cihekî mezin ji xaka Sûriyê dagir kiriye. Di 24`ê Tebaxa 2016`an de bi şanoyeke di navbera wê û DAIŞ`ê de bajarê Cerablus ê Sûriyê dagir kir, paşê Bab, Ezaz û herî dawî jî kantona Efrînê piştî şerekî giran dagir kirin.

(jo/bm)