Jeffrey: Em nahêlin hêzên rejîmê vegerin herêmên ku em ê jê vekişin

Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku welatê wî dê ji bo berdewama şerê li dijî DAIŞ`ê hêzên xwe li Sûriyê bihêle. Jeffrey got ku Amerîka dê rê nede hêzên rejîmê vegerin herêmên ku dê jê vekişin.

Jeffrey: Em nahêlin hêzên rejîmê vegerin herêmên ku em ê jê vekişin
17 sibat, 2019   12:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey di Kongreya Munchenê de diyar kir ku armancên Washingtonê li bakur û rojhilatê Sûriyê dê heta radeyeke bilind pêk bên û dê şerê li dijî DAIŞ`ê dewam bikin.  

Jeffrey wiha got: “Vekişîn dê bi şêwira hevparên me çêbe, em ê hêzê li Sûriyê bihêlin, em rê nadin hêzên rejîmê vegerin herêmên ku em ê jê vekişin.”

Hêjayî gotinê ye ku gelek endamên rêveberiya Trump û senatorên Amerîkayê nerazîbûna xwe der barê biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê de nîşan dabû.

(kn)