Artêşa Tirk a dagirker Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro gundên Soxanê û Bîne yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker Şêrawa topbaran kir
17 sibat, 2019   12:19

EFRÎN

Nûçegihanên me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di seat di 10:00’an de gundên Soxanê û Bîne yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirarên madî di mal û milkên sivîlan de çêbûn. Piştî topbaranê bêdengiyek li herêmê heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê bi awayekî domdar herêmê topbaran dikin.

(jo/bm)

ANHA