Li Hesekê pêşangeha alavên perwerde û çandê hate vekirin

Mamosteyên bajarê Hesekê bi armanca danasîna dîrok û çanda herêmê pêşangeheke alavên perwerde û çandê vekir.

Li Hesekê pêşangeha alavên perwerde û çandê hate vekirin
Li Hesekê pêşangeha alavên perwerde û çandê hate vekirin
Li Hesekê pêşangeha alavên perwerde û çandê hate vekirin
Li Hesekê pêşangeha alavên perwerde û çandê hate vekirin
17 sibat, 2019   12:14

HESEKÊ

Mamosteyên bajarê Hesekê bi armanca danasîna dîrok û çanda herêmê li Dibistana Ehmed Mixlif a bajarê Hesekê, pêşangeheke alavên perwerde û çandê vekir. Bi dehan xwendekar tev li pêşangehê bûn.

Deriyê pêşangehê ji aliyê yek ji rêveberên Girînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê Şêrîn Îbrahîm ve hat vekirin. Pêşangeh dê 3 rojan dewam bike. Di pêşengehê de gelek peykerên ku dîroka herêmê vedibêjin û ji aliyê xwendekaran ve hatine çêkirin, hene.

Hunermenda şêwekarî ku pêşangehê dişopîne Yusra Elî got armanca wan ji vekirina pêşangeha alavên perwerdeyê ew e ku nifşên nû dîrok û çanda herêmê nas bikin.

Yusra destnîşan kir ku praniya alavên di pêşangehê de ji aliyê xwendekaran ve hatine çêkirin.

(bx)

ANHA