Li Tebqayê belavokên yekitiya gelan hatin belavkirin

Buroya Rêxistina Ciwanan a şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê bi dirûşma ‘Pêwîstiya Sûriyê bi me heye, ka pê re bisekinin’ belavokên yekitiya gelan û teşhîrikina fitneyan belav kirin.

Li Tebqayê belavokên yekitiya gelan hatin belavkirin
17 sibat, 2019   12:00

TEBQA

Buroya Rêxistina Ciwanan a şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê bi dirûşma ‘Pêwîstiya Sûriyê bi me heye, ka pê re bisekinin’ belavokên biratiya gelan û teşhîrkirina fitneyan belav kir.

Bi sedan endamên buroya rêxistina ciwanan berê xwe da kuçe, kolan û taxên bajêr da ku belavokan belav bikin.

Naveroka belavokê wiha ye: "Tevî hemû rewşên berbiçav, em bang li hemû pêkhateyan dikin ku li dijî kesên bi tundî û fitneyan ku bi ser me de tên, bibin yekdest. Îro têrnexwar di nav me de teşhîran belav dikin da ku di aliyên neteweyî û eşîrtiyê de bibin lîstokên wan. Lê berovajî wê, em teqeziya yekitiya Sûriyê çi xak û çi jî gel dibe, didin û li dijî parçekirinê disekinin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di van demên dawîn de herêm rastî gelek hewldanên tevliheviya aramî û ewlehiyê hat. Armanca vê yekê ew e ku di navbera pêkhateyên herêmê û eşîran de fitneyan derxin.

(fr/bm)

ANHA