Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin

Gelek kargehên bajarê Reqayê ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de hatibûn girtin, careke din vedibin û roleke girîng ji bo jinûveavakirina bajar dilîzin. Ji wan kargehan yek jî kargeha Firat El-Hendesî ya çêkirina boriyên çîmentoyê ye.

Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin
Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin
Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin
Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin
Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin
Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin
Kargehên Reqayê ji nû ve vedibin
16 sibat, 2019   11:04

HEMED EL-MUSTEFA – EMAR EL-XELEF / REQA

Li bajarê Reqayê gelek kargeh hene, wekî gaz, şekir, qermît, pembo, biskuwît û çîmento. Di dema dagirkirina bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê û komên çete yên beriya wan de kargeh hatibûn talankirin.

Piştî rizgarkirina bajar ji aliyê QSD‘ê ve, xwediyên kargehan, kargehên xwe sererast kirin û ji nû ve vekirin.

Kargeha Firat El-Hendesî tekane kargeha çêkirina boriyên çîmentoyê li bajarê Reqayê ye. Kargeh roleke girîng di avakirina binesaziya bajar û peydakirina derfetên kar de dilîze.

Kargeha Firat El- Hendesî li bakurê bajarê Reqayê sala 2000‘î hate vekirin û bi destpêka aloziya Sûriyê ve hate girtin. Kargeh piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD‘ê ve ji nû ve hate vekirin.  

Boriyên çîmento di xetên kanalîzsyon, rêgarên avê û hwd. de têne bikaranîn. Di kargehê de 40 kes dixebitin.

Xwediyê kargehê Elî El-Yasîn li ser berhemên ku kargeh derdixe wiha got: "Kargeh 7 salan hatibû girtin û ziyanên mezin dîtibûn. Piştî ewlehî li herêmê peyda bû, me hemû ziyanên wê rast kirin û kargeh ji nû ve vekir. Bi vê kargehê em hewl didin bajarê xwe ji nû ve ava bikin û derfetên kar ji welatiyan re peyda bikin, kargeh rojane ji 100- 500 metre boriyên çîmentoyê çêdike."

(jo)

ANHA