Maduro plana belavkirina artêşê keşif kir

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro niyeta belavkirina artêşa welatê xwe bi awayekî dayim keşif kir.

Maduro plana belavkirina artêşê keşif kir
16 sibat, 2019   10:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro wiha got: "Plan ew e ku piştevaniya amadekariyê ya hêzên çekdarî yên bolîvaryan bê kirin da ku parastina welat bê kirin û ew jî ji erkên destûrî yên artêşê ne."

Nicolas Maduro wiha lê zêde kir: "Naveroka planê ew e ku tank, roket û leşker li nuqteyan belav bibin. Her wiha jî alîkarî di navbera sîstemên parastina hewayî û hêzên deryayî de bê kirin û hemû hêz ji bo garantî, aştî û ewlehiya sînorê Venezuelayê bên perwerdekirin."

Maduro bal kişand ser ku guman heye plana dagirkirina Venezuelayê ji aliyê Kolombiya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve bê kirin û wiha axivî: "Plan ji hêla me ve aştî û rêzdarî ye. Lê di heman demê de jî em nikarin ji bo hikumeta Kolombiya û serokê wê Ivan Dokî ku plana şer li dijî Venezuelayê bi piştevaniya DYA’yê ya emperyal digire, bibêjin."

Di van hefteyên dawîn de li Venezuelayê aloziya siyasî ya kûr piştî ku serokê parlamenê Juan Guaido ku xwe ji bo serokê welat di 23’yê Çileyê de li şûna Maduro pêşniyar kiriye, derketin.

DYA’yê nameya gefê ya destwerdana leşkerî ji bo piştgiriya Guaido bike ji Venezuelayê re şand.

(fr)