Artêşa Misrê: Di êrîşa li bakurê Sînayê de kuştî û birîndar hene

Artêşa Misrê teqez kir 14 birîndar û kuştiyekî wan hene û 7 endamên terorê di êrîşa ku li bakurê Sînayê de rû daye, hatin kuştin.

Artêşa Misrê: Di êrîşa li bakurê Sînayê de kuştî û birîndar hene
16 sibat, 2019   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Spûtnîk ragihand ku serbazê şer Tamêr El-Rifaî yê berdevkê leşkerî yê hêzên çekdar ên Misrê wiha got: "Endamên terorîst êrîşî nuqteya ewlehiyê ya bakurê Sînayê kiriye û hêzên ewlehiyê êrîşa wan têk biriye û di encamê de şer rû daye."

Berdevkê leşkerî ev agahî dan: "Yekîneyên ewlehiyê 7 terorîst kuştin û di encama guleavêtinê de serbazek şehîd bûye û 14 endam jî birîndar bûne."

Çavdêr û analîzvan teqez dikin ku Tirkiye û Sûdan piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê yên li Sînaya Misrê dikin.

(fr)