Emîne Umer: Daxuyaniyên Rohanî pozîtîv in, lê tiştek li ser erdê pêk nayê

Emîne Umer da zanîn ku daxuyaniyên serokê Îranê Hesen Rohanî yên derbarê doza Kurdî di lûtkeya sêalî de pozîtîve, lê tiştek li ser erdê pêk nayê.

Emîne Umer: Daxuyaniyên Rohanî pozîtîv in, lê tiştek li ser erdê pêk nayê
16 sibat, 2019   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja înê, lûtekeya çaremîn di navbera dewletên grantorên Astana”Rûysa, Tirkiyê, Îran”li Socî pêk hat. Di lûtkeyê  de, rewşa Idlibê û biryara vekişandina Amerîka hatin nîqaşkirin.

Têkildarî daxuyaniyên serokê Îranê Hesen Rohanî yên derbarê doza Kurdî li Sûriyê ku di lûtkeyê de anî ziman, Hevseroka Meclisa Sûriyê Demokratîk Emîne Umer axivî û daxuyaniyên Rohanî yên derbarê gelê Kurd de ku got “Ew beşek ji gelê Sûriyê ne divê mafên wan di aliyê siyasî de were parastin” bi pozîtîv bi nav kir.

Emîne got, lê ji aliyê wan dewletan ve derbarê doza Kurdî de, tiştek li erdê pêk nayê.

Emîne Umer di berdewamiya axaftina xwe de got:”Îran dixwaze piştî vekişandina Amerîka ji Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerîne bin serweriya rejîma Sûriyê ango beriya sala 2011`an. Lê Îran projeya demokratîk a ku gelê Kurd pêşengtiya wê kir û bingehê rêveberiya demokratîk a ji hemû pêkhateyên herêmê ava kir, napejirîne.”

Hevseroka MSD`ê got Tirkiyê jî îdîa dike ku ew birayê gelê Kurd e û wiha dewam kir:”Lê yê ku gelê Kurd qir dike, şerê projeya demokratîk dike û her roj gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, sîstema Tirkiyê bi rêveberiya Erdogan e.”

Emîne Umer di dawiya axaftina xwe de, anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ji bo pêkanîna projeya demokratîk dewam bikin, heta ku bi awayekî fermî proje were naskirin.

 (kc)

ANHA