Çiya Firat: Me çeteyên DAIŞ’ê dorpêç kirin e

Fermandarê Bagera Cizîrê Çiya Firat diyar kir ku çete di dorpêçê de ne û tenê di 600-700 metre çargoşe de ma ye.

Çiya Firat: Me çeteyên DAIŞ’ê dorpêç kirin e
16 sibat, 2019   09:29

NAVENA NÛÇEYAN

Fermandarê Bagera Cizîrê Çiya Firat di derbarê qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de daxuyanî dide.

Daxuyanî li navenda Heqil Omer a Dêrazorê tê dayîn.

Çiya Firat diyar kir ku wan li Baxoza Jorîn çeteyên DAIŞ’ê kirine dorpêçê û wiha got: “DAIŞ tenê di 600-700 metre çargoşeyî de maye. Sedema giran pêş de çûnê ji ber ku çete sivîlan wek mertalên zindî bi kartînin. Em ji ber parastina sivîlan hêdî pêş de diçin.”