Cotyar ji bo demsala çandiniyê geşbîn in

Cotyarên navçeya Til Hemîs der barê demsala çandiyê de geşbîn in. Cotyaran diyar kir ku pêdiviya wan bi semadê heye. Komîteya Çandiniyê jî rewşa zeviyan dişopîne.

Cotyar ji bo demsala çandiniyê geşbîn in
Cotyar ji bo demsala çandiniyê geşbîn in
Cotyar ji bo demsala çandiniyê geşbîn in
Cotyar ji bo demsala çandiniyê geşbîn in
Cotyar ji bo demsala çandiniyê geşbîn in
16 sibat, 2019   08:33

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Beşeke mezin ji welatiyên herêma Cizîrê debara jiyana xwe bi çandiyê dikin, lê ji ber barana kêm salên darbasbûyî berhemên çandiniyê jî kêm bûm û cotyaran gelek astengî kişandin. Sala niha ya çandiyê, saleke bi şilî û baran bû û cotyar di wê hêviyê de ne ku berhemên çandiniyê baş bin.

Ji niha de deştên Cizîrê bi rengê kest xemilîne, cotyarên navçeya Til Hemîsê jî geşbîn in û ji aliyê têkildar xwestin ku semadê ji wan re peyda bikin.

Mihemed Silêman ji cotyarên gundê Agûlê ye û diyar kir ku wan ji ber kêmbûna baranê salên derbasbûyî zeviyên xwe bi ava bîran av didan. Silêman got ji sedî 90 çandiniya herêmê bejî ye, lewma wan salên derbasbûyî gelek zirar dît. Her wiha geşbîniya xwe ya der barê demasala çandiyê ya îsal de anî ziman.

Kêmbûna pez û sewalan bandorê li çandiniyê dike

Silêman diyar kir ku îsal pirsgirêkeke din derketiye; ew jî şiliya zêde ye, ji ber şilî û barana zêde hin zevî zer bûne. Li gorî Silêman sedema vê jî kêmbûna pez û sewalan e, ji ber ku cotyar di rewşên wiha de zeviyên zerbûne diçêrînin da ku careke din şîn bibin, lê ji ber kêmbûna pez û sewalan nikarin zeviyan biçêrînin.

Silêman ji aliyên têkildar xwest ku rewşa cotyaran bişopînin û alîkariya wan bikin, bi taybet di mijara peydakirina semadê û dermanên nexweşiyan de, ji ber ku cotyaran sala çûyî zirar dît û nikarin van pêwîstiyan bikirin.

Cotyarê bi navê Seîd El-Xidir der barê mijarê de wiha axivî: “Debara me li ser çandiniyê ye, sala borî me çand lê ji ber ziwahiyê me zirar kir, îsal dîsa me çandiye, em bi hêvî ne ku saleke bi xêr be.”

El-idir da zanîn ku barana zêde ji bo xwediyên pez û sewalan jî baş bû, ji ber ku çêre li deştên herêmê pir bûye û pêdiviya wan bi kirîna êm tune ye.

Endezyarê çandiniyê û rêveberê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Hemîsê Elî El-Berho got wan rewşa zeviyan şopandiye û dîtiye ku rewşa çandiyê ji ya sala par baştir e û wiha got: “Sala derbasbûyî li herêmê ziwahî hebû, vî çaxê salê hîn çandinî derneketibû, lê îsal zevî hemû kesk dikin.”

El-Berho diyar kir ku Komîteya Çandiniyê rewşa çandiniya herêmê dişopîne û wiha aixivî: “Rewş bi giştî baş e, lê hin zevî ji ber şiliya zêde zer bûne.” Her wiha got ku rewşa xwediyên pez û sewalan jî baş e û wan êm ji bo sewalan nekiriye.

Elî El-Berho tekez kir ku Komîteya Çandiniyê 350 ton semada yorya li cotyaran belav kiriye.

(kn)

ANHA