Rojnamevanekî Kurd: Serdana Îlham Ehmed a Amerîkayê gaveke girîng bû

Rojnamevanê Kurd Salih Demîcer ku li Amerîkayê dijî, diyar kir ku serdana Îlham Ehmed a ji  bo Amerîkayê di çarçoveya xurtkirina têkiliyên dîplomasî yên Kurd û hêzên navneteweyî de gaveke girîng bû

Rojnamevanekî Kurd: Serdana Îlham Ehmed a Amerîkayê gaveke girîng bû
16 sibat, 2019   07:39

EBDULSELAM KERMAN / KOBANÊ

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di serê vê mehê de çûbû Amerîkayê.

Rojnamevanê Kurd Salih Demîcer ku li Amerîkayê di Radyoya Dengê Amerîkayê de kar dike, serdana Îlham Ehmed a ji bo Amerîkayê nirxand. Salih Demîcer diyar kir ku serdana Îlham Ehmed a Amerîkayê di warê têkikiyên Kurdan û Amerîkayê de gelek armanc qezenc kirin û wiha got: “Serdanê bandoreke mezin li raya giştî ya Amerîkayê kir.”

Demîcer bal kişand ser daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ku dibêje "Ew ê Kurdan biparêzin" û ev tişt anî ziman: "Gelo Amerîka çi qas di parastina Kurdan de li dijî gefên Tirkiyê cidî ye. Heta niha tiştekî fermî yan jî qanûnî li ser zimanê siyasetmedarên Amerîkayê der barê herêmên Bakurê Sûriyê de nehatiye diyarkirin.”

Rojnamevanê Kurd Salih Demîcer wiha got: "Gelê Amerîkayê piştgiriya doza gelê me dike û dixwaze Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet Bakurê Sûriyê werin parastin. Kurdan ji bo mîsogeriya ewlehiya herêmê ji DAIŞ‘ê fedayetî kir. Daxwaza gelê Amerîkayê jî tunekirina DAIŞ’ê ye. Ji ber ku tunekirina DAIŞ‘ê û hevalbendên wê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û cîhanê dike xetereyê.”

‘Yekitiya Kurdên li Amerîkayê lewaz e’

Der barê rola Kurdên li Amerîkayê û bandora wan li ser biryara rêveberiya Amerîkayê de Demîcer ev tişt got: "Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Amerîkayê hene. Lê yekitî û xebateke hevpar lewaz e. Tenê di minasebetên taybet de têne cem hev. Li Amerîkayê jî tu rêxistin tune ne ku Kurdan li hev kom bikin.”

Salih Demîcer di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Rewşa Amarîkayê ya hundirîn bandorê li siyaseta wê ya derve dike. Aloziya li ser sinorê Meksîkayê û pirsgirêkên di navbera Trump û muxalîfan de bandoreke mezin li ser rewşa Rojhilata Navîn dike. Pêwîst e têkiliyên doplomasî yên Kurdan bi Amerîkayê û hêzên cîhanî re werin aktîfkirin. Serdana Îlham Ehmed jî ji bo vê armancê bû."

(bm)

ANHA