ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.02.2019
16 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê, cenazayê şehîd Egîd ku yek ji avakerên Saziyên Zimanê Kurdî li Rojava bû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, oxir dikin, saet 14:00. Şêniyên bajarê Hesekê jî, cenazeyê 4 şervanên QSD`ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Konê greva birçîbûnê, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li Tirbespiyê hatibû vekirin, di roja sêyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê saleke beriya niha wekî îro çekên qedexekirî li dijî Efrînê bi kar anîn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber şer, ji Mesakin Henano xwe spartin taxa Şêxmeqsûd. Lê li vir jî neflîtin, di encama topbarana li ser taxê hemû endamên malbatê jiyana xwe ji dest dan, ciwanê bi navê Ebdkerîm êşa ku kişandinye bi vê hevokê dibêje”Em tebî in xwedê tebî in”.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Berxwedana Kobanê bû xaleke diyar di şerê li dijî DAIŞ`ê de. DAIŞ`ê çi devera dixwest dagir dikir lê belê nikarîbû Kobanê dagir bike. Hêzên hevpeymanê û şervanên YPG û YPJ`ê û paşê jî QSD`ê ev metirsiya navdewletî tune kir. Lê hîn jî hin komên bi heman hişmendiyê li Sûriyê hene û Tirkiye piştgiriya wan dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Emîne Umer da zanîn ku daxuyaniyên serokê Îranê Hesen Rohanî derbarê doza Kurdî de, lîstok e, ji ber tiştek li ser erdê pêk nayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevanê Kurd Salih Dimêcir ku li Amerîkayê dimîne diyar kir ku serdana Îlham Ehmed ji  bo Amerîkayê gaveke girîng di çarçoveya xurkirina têkiliyên doplomasî yên kurd û hêzên navnetewî ye û got, serdan bandoreke mezin li ser raya giştî ya Amerîkayê kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

INFOGRAFÎK

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de rastî komployeke navneteweyî hat. Di vê komployê de hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst û dûvikên wan ên netewedewlet ên herêmê beşdar bûn.

JIN

- Penabera ji Iraqê ya bi navê Istibraq Ehmed ku li kampa Holê bi cih bûye, destnîşan kir ku ew li Rojava bi ewlehiyê hesiyan û tevî ew li kampê dijîn û tevahiya rêxistinan wan paşguh dikin jî, lê naxwaze vegere Iraqê û dixwaze li Rojava bimîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Li gorî Komîteya amadekar yê 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku 20 vî  mehê li bajarê Kobanê bê lidarxistin, armanca konferansê avakirina yekîtiya ciwanên Rojhilata Navîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Tevî ku hejmara koçberan li kampa Holê zêde dibe, lê rêxistinên mirovahî heta niha di bêdengiya xwe de ne. Koçberan bang li rêxistinan kir ku bi erka xwe rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî  rizgarkirina Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve, gelek kargeh ku dema serdema çeteyan de hatibûn girtin, jinûve hatin vekirin. Ew kargeh îro roleke mezin di avakirina Reqayê de dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cotyarên navçeya Til Hemîs der barê demsala çandiyê de geşbîn in. Cotyaran diyar kir ku pêdiviya wan bi semadê heye. Komîteya Çandiniyê jî rewşa zeviyan dişopîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA