2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê li Kobanê bê lidarxistin

Li gorî Komîteya amadekar yê 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku 20 vî  mehê li bajarê Kobanê bê lidarxistin, armanca konferansê avakirina yekîtiya ciwanên Rojhilata Navîn, ev konferans ji gef û êrîşên dewleta Tirk re jî wê bibe peyam.

2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê li Kobanê bê lidarxistin
16 sibat, 2019   06:24

MÛRADA KENDA-SILAVA EBDIREHMEN / QAMIŞLO

Di sala 2015‘an de li bajarê Amedê ye Bakurê Kurdistanê de Konferansa 1‘emîn a Ciwanên Rojhilata Navîn pek hat. Yek ji biryarên vê konferansê ew bû ku konferansa duyemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê darxistin. Li ser vê biryarê Insîyatîfa Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên vê xebatên dikin.  Di encama gelek nîqaş, hevdîtin û civînan de ‘Insîyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn’ fermî 14 Tîrmeha 2018‘ an de hat damezrandin.

Di nava vê insîyatîfê de ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirk û Tirkmen cihê xwe digrin. Her wiha wekî rêxistinên nûnerên wan tê de; Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk, Komalên Ciwanan, Partiya Muefezekarên Demokratîk, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan, MLKP, Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan, Desteya Niştîmaniya Erebî, Tevgera Ciwanên Ereb û Kordînasyona Ciwanên Kurd hene.

Insîyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn Konferansa 2’yemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn 20 vê mehê li bajarê Kobanê bi dirûşmeya ‘Bi Pêşengtiya Ciwanan Ber Bi Rojhilata Navînekê Pir reng û Demokratîk ’bê lidarxistin. Tê payîn ku gelek rêxistinên ciwanan yên dewletên Rojhilata Navîn di konferansê de amade bibin.

Hijmara delegeyên konferansê di navbera  350-400 bin.

Armancên konferansê yên  demkurt û demdirêj

Armancên demkurt yênKonferansa 2’yemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn wiha ne: Naskirina tevger, rêxistin û kesayetên têkoşer ên Rojhilata Navîn hevdû nasbikin, nîqaşkirina krîzên  Rojhilata Navîn û riyên çareseriyê, avakirina mêkanîzmayên hevbeş ye.

Hedefên demdirêj yên Konferansa 2’ yemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn wiha ne: Avakirina rihekê hevbeş a têkoşînê ji bo Rojhilata Navînekê demokratik û sosyalist, mezinkirina xeta gelan a demokratik din ava aloziya Rojhilata Navîn de û belavkirina perspektîfên serhildan û şoreşa li hemberî deshiladariya Rojhilata Navîn.

Tekîldarî konferansa ciwanan de me wekî ajansa Hawar nêrînên endamên komîteya amadekar girt.

‘Konferans wê ji gef û êrîşên dewleta Tirk re peyamek mezin bê’

Endamê komîteya amadekar Ebdilxenî Omar diyar kir armanca wan avakirina yekîtiya ciwanên Rojhilata Navînê û got: “Komîteya amadekar de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen bi giştî 28 endam cîh digrin. Di nava komîteya amadekar de komîteyên birdozî, ragahandin, têkilî û teknîkî hat amadekirin.  Armanca me teybet ji vê konferansê ewê ku li hemberî dagirkeriya ser Rojhilata Navîn de yekîtiya ciwanên Rojhilata Navîn bê çê kirin. vexwendin ji dewletên Rojhilta Navîn re hat rêkirin û gelek dewlet wê di konferansê de amade bibin. Lê heye ku hin dewlet ji bo hatina ciwanan astengî lidar bixin.”

Omar  destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û bi van gefan re dixwazin vîna ciwanan bişkînin û got: “Lidarxistina vê  konferans wê ji gef û êrîşên dewleta Tirk re peyamek gelek mezin bê.” 

Mijarên serekê destdirêjiya ser jinê bên nîqaş kirin

Endama komîteya dîplomasî ya 2’yemîn konferansa ciwanên Rojhilata Navîn Sêal Hiso diyar kir ku yek ji armanca vê konferansê evê ku teybet pirsgirêk û êrîşên ser  jinên ciwan yên Rojhilata Navîn bên nîqaş kirin û ev tişt anî ziman: “Li dijî koletiya ku ser jinê tê meşandin teybet li Rojhilata Navîn de, wê ev konferans gavek girîng bilîzê. Gelek mijarên têkildarî dîroka jinê di konferansê de bên nîqaş kirin. Teybet destdirêjiyên dewletên dagirker ser vîn û bedena jinê jî wê di konferansê de mijarên girîng bin. Armanca me ewê ku li dijî koletiya ku ser jinê didin meşandin bên şikandin.

Sêal Hiso dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ciwan û hemû ciwanan kirk u tevlî vê konferansê bibin û got: “Bi tevlîbûna konferansê re encamekê xurt ji konferansê derbikevin û êrîşên ser ciwanan û Rojhilta Navîn de bibin bersiv.”

ANHA