‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin’

Bi hezaran şêniyên navçeyên Dêrik, Çilaxa, Amûdê û Tirbespiyê yên girêdayî kantona Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe û bi dirûşmeya ‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin û bi rêber Ocalan re azad bijîn’ daketin qadan.

‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin’
‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin’
‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin’
‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin’
‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin’
‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin’
15 sibat, 2019   13:22

 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15 Sibata 1999’an bi komployeke navdewletî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîda girankirî li ser Ocalan ferz kiriye. Îro 20’emîn salvegera dîlgirtina Ocalan e. Îro Komploya Navdewletî li seranserê bajar, navçe, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cur bi cur tê şermezarkirin. Bi hezaran kesan rojî girtin û îro wek ‘Roja Reş’ hat pênasekirin.

Bi hezaran şêniyên navçeyên Dêrik, Çilaxa, Amûdê û Tirbespiyê yên girêdayî kantona Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe û bi dirûşmeya ‘Em ê bi rihê berxwedana zindanan komployê têk bibin û bi rêber Ocalan re azad bijîn’ daketin qadan.

Dêrik

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe li Qada Azadî ya bajêr kom bûn û Komploya Navdewletî şermezar kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan hatin berzkirin û wêneyên Ocalan hatin hildan.

Meş li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Abdulrehîm axivî û Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Roja 15`ê Sibatê rojeke reş e li ser eniya dewletên ku destê wan di komployê de hebû."

Abdulrehîm destnîşan kir ku Komploya Navdewletî ne tenê li dijî Ocalan e, hemû gelên şoreşger û azadîxwaz dike armanc. Abdulrehîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî ku 20 sal li ser dîlgirtina rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas bûne, tevî ku em ji rêberê xwe dûr in jî lê eşqa me ji wî re, ji fikr, felsefe û têkoşîna wî re rihê têkoşînê di hundirê me de vedijîne. Heta ku armancên rêberê me pêk bên, heta ku em wî azad bikin, em ê li ber xwe bidin.”

Mitîng bi dirûşmên şermezarkirina Komploya Navdewletî û silavkirina berxwedana Ocalan, berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê yên di greva birçîbûnê de, bi dawî bû.

Çilaxa

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa meşek li dar xist. Meş li deriyê veguhestina naçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komployê hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş li qada navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê navçeya Çilaxa Abdulselam Ebas ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: 

"Dewletên ku destên wan di komployê de hebûn û bi taybet Tirk, difikirîn ku dê agirê berxwedanê û têkoşînê bi dîlgirtina rêber Ocalan, vemirînin. Lê wan nizanîbû ku fikr û felsefeya rêber Apo di nava tevahî gelê Kurdistanê de belav bûye û hemû gel li ser rêya wî dimeşin. Armanca wan ew bû ku têkiliyên di navbera rêber Apo û gelê azadîxwaz de, qut bikin. Tu hêz di cîhanê de nikare felsefeya azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye gelê Kurd tune bike. Ji ber fikrên rêber Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e. Em bang li hemû dewletên cîhanê dikin ku li derdora doza rêber Ocalan kom bibin. Banga azadiya wî bikin. Her wiha em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi yekdengî banga azadiya rêber Ocalan bikin."

Mitîng bi dirûşmên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Tirbespiyê

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê bi dirûşma ‘Em ê faşîzmê bişikînin, tecrîdê bi dawî bikin û li ser rêya neteweya demokratîk bimeşin’ li Qada Azadî ya navçeyê kom bûn.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, di nav kolanên bajêr re meşiyan û dirûşmên şermezarkirina komployê qîriyan. Meşê heta pêşiya navenda Kongreya Star berdewam kir. Meş li wir  vegeriya mitîngê. Paşê bi navê PYD’ê, meclisa navçeya Tirbespiyê û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Axaftvanan teqez kir ku piştî ku dewletên desthilatdar dît ku fikr û ramanên Ocalan li ser berjewendiyên wan xetereyê çêdikin, komplo pêk anîn.

Meş bi dirûşmên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.

Amûdê

Li navçeya Amûdê jî bi sedan şênî daketin qadan û Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş ji Qada Jinan a li navenda Amûdê dest pê kir û di nav kolanên navçeyê re geriya. Şêniyan dirûşmên şermezarkirina komployê berz kirin. Meş li ber Navenda Ciwanan veguherî mitîngê.

Di mitîngê de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Komploya Navdewletî û bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin. 

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana girtiyên di zindanên Tirkiyê de qediya.

(bm)

ANHA