Sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê re hat xwestin

Bi sedan şêniyên navçeyên Çilaxa û Til Koçerê sersaxî ji malbatên 3 şervanên YPG`ê re xwest ku di Şerê Tunekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê re hat xwestin
15 sibat, 2019   13:25

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Çilaxa û Til Koçber berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo şervanên YPG’ê Eymen El-Hemo (Serbest Girkê Legê), Elî Mibarek (Zagros Çelaxa) û Mihemed El-Hasûd (Mezlûm Doxan) ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbûn û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Merasîma şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê fermandarê YPG`ê Dijwar Mesûm axivî û wiha got: "Şehîdên me ji bo şoreşa mirovahiyê û rûmetê cane xwe feda kir, rêya şehîdên me rêya azadiyê ye."

Paşê endama Kongreya Star Nezha Seyfedîn axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(jo/bm)

ANHA